Leyla Guven ket 56 saliya xwe: Tu rûdanek heskirina li ser rûyê cîhanêyî 2019-05-06 11:48:43 AMED - Keça Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 180 rojin di greva birçîbûnê deye Sabîha Temîzkan, bi boneya roja rojbûna 56’emîn dayika xwe, peyama “Dayika min. Tu rûdanek heskirina li ser rûyê cîhanêyî!” parve kir.  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê kir û çalakiya wî di roja 180’emîn dewam dike, bû 56 salî. Keça Guven a di 6’ê Gulana 1964 hat dinê, bi boneya roja rojbûna dayika xwe li ser hesabetê xwe yê Twîtterê peyamak parve kir.     Temîzkan, cih da weneyekê xwe û dayika xwe ya bi hev re kişandibûn û ev peyam parve kir: “Dayika min. Tu rûdanek heskirina li ser rûyê cîhanêyî!”