Cenazeyê Fûrkan ê berî 20 rojan winda bû hat dîtin 2019-05-06 10:34:54   ERZIROM - Cenazeyê Fûrkan Yîgît ê 4 salî yê di 17’ê Nîsanê de li navçeya Qereçobanê winda bû, ji aliyê şivanan ve hat dîtin.    Cenazeyê Fûrkan Yîgît ê 4 salî yê di 17’ê Nîsanê de li Taxa Budakli ya navçeya Qereçoban a Erziromê windabû, hat dîtin. Cenazeyê Yîgît 10 kîlometere dûrî taxê, di nava çalekê de hat dîtin. Şivanên heywanên xwe birûbûn çêriyê cenazeyê zarokê biçûk dîtin. Şivanên ku cenazeyê Yîgît  dîtin, agahî dan ekîbên cendirme û 112’an. Ekîbên hatin cihê bûyerê, tespît kirin ku cenaze aîd3e Fûrkane.    BAV HATIBÛ GIRTIN    Serdozgeriya Komarê ya Xinûsê, piştî windabûna Fûrkan, lêpirsîn dabû destpê kirin û di çarçoveya lêpirsînê de bavê Fûrkan F.Y., apê wî Y.Y., kalê wî E.Y. û dapîra wî S.Y. hatibûn binçavkirin. Dadgeha Ceza Sûlhê ya Xînûsê derbarê bav F.Y. de biryara girtinê dabû û şandibûn girtîgehê.