Rastiya pişt perdeya niqaşên ‘valakirina Reqqa' 2017-11-15 12:48:41 REQQA - BBC’ di 12'ê mijdarê de nûçeya bi ser navê “Sirrên qirêj ên Reqqa" belav kir. Çend dîmenên ku te gotin ên operasyona Reqqa ye parve kir. Fermandarekî leşkerî diyar kir ku li heramberî 850 sivîlan birîndarên endamên DAIŞ'ê yên birîndar hatine tahliyekirin.  Saziya weşanê ya Îngîlîstanê BBC'î di 12'e mijdarê de bi ser navê “Sirrên qirêj ên Reqqa" nûçeyek weşand. BBC, îdia kir ku YPG'ê û DAIŞ'ê li hev kiriye û milîtanên DAIŞ'ê li beramberî birîndaran tahliye kirine. Têkildari vê nûçeyê dîmenên konvoyek DAIŞ'ê ku birêve diçe jî belav kir. Derket holê ku operasyona ji bo sivîlan rizgar bike hatiye kişandin.    Hêzen Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî DAIŞ'ê li Reqqa bi navê "Cenga Mezin" dest bi şer kir û piştî şerê 134 rojan di 17'ê Cotmehê de Reqqa ji destê DAIŞ'ê rizgar kir. QSD'ê diyar kir ku di şer de 450 hezar sivîlên Reqqa hatin azadkirin. Bi hezaran endamên DAIŞ'ê hatin kuştin. Dîsa diyar kirin ku 655 şervanên QSD'ê di yer de jiyana xwe ji dest dan.    EŞÎRÊN EREB XWESTIN   Têkildarî nûçeya BBC, Çavkaniyên leşkerî, diyar kir ku di rojên dawî yên operasyonê de li der û dorê Seha Topê, Qada El Neim û Parka Harun Reşid, endamên DAIŞ'ê 850 sivîl dîl girtibûn û welatiyên sivîl di şer de wekî mertal didan pêş xwe. Rayedarê leşkerî destnîşan kir ku di şer de nêzî 200 endamên DAIŞ'ê birîndar bûn, DAIŞ ji bo endamê xwe yê birîndar rizgar bike, Eşîrên Ereb xistin navberê û DAIŞ'ê birîndar derbasî Elbu Kemalê kirin.    'DÊ SIVÎL QETIL KIRIBÛNA'   Rayedarê leşkerî, anî ziman ku 200 birîndarên DAIŞ'ê jî di navde  300 kesên ku ji malbatan pêk dihat, piştî 550 sivîl hatin berdan, rê li pêş wan hat vekirin ku derkevin dervê bajar û wiha got: "Ji serokên eşîrên herêmê re diyar kirin ku şer bidome, Endamên DAIŞ'ê dê birîndar, sivîl û malbatan qetil bike. Ji ber vê yekê eşîrên ereb ji wan xwestin ku rê li pêş birîndaran vekin û sivîlan berdin. Li ser banga eşîrên ereb me destûr da. Ji ber ku ewlehiya gel armanca me ya sereke bû. Li ser vê yekê me biryar da ku rê li pêş DAIŞ'ên birîndar vekin."