4 kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan 2019-05-06 09:52:32   WAN - Duh li Wanê polîsan 4 kesên ku xwestin balê bikişînin ser daxwaza çalakgerên rojiya mirinê bi lêdanê binçav kirin. Polîsan piştî îfadeya 4 kesan girt serbest berdan.    Duh li Kolana Hunerê ya Wanê, malbatên girtiyan û TUAYDER'ê bi armanca balê bikişîne ser daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de daxuyanî dan. Polîsan mudaxale kiribû û 4 kes binçav kiribûn. 4 kesên ku polîsan duh ew binçav kirin piştî îfade dan îro hatin berdan. Ji çar kesên hatin binçavkirin Rojnameger Oktay Candemir, Serdar Çevik, Omer Ertaş û Mahmut Dundar piştî li midûriyeta polîsan îfade dan hatin berdan.