HDP: Dê têkoşîna Seyîd Riza bidome 2017-11-15 12:44:46 ENQERE - HDP'ê, Seyîd Riza bi bîr anî û diyar kir ku mînaka berxwedan û hêviyê Seyîd Riza ji zilma dewletê re serê xwe netewand, bû derd û bê tirs bi ser mirinê de çû.” Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di salvegera 80’emîn darvekirina Seyîd Riza de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Seyîd Riza bi gotina, ‘’Ez heq ji derew û xapên we derneketim ev ji min re bû kul, lê min li ber we serê xwe netewand bila ev jî ji we re bibe kul’ bi bîr xist û got bi vê helwesta xwe Seyîd Riza rêça têkoşînê ya berxwedan û rûmetê hiştiye.   ‘MÎNAKA BERXWEDAN Û HÊVIYÊ’   Di daxuyaniyê de hat gotin Seyid Riza û rêça wî ku bûye mînaka biryardariya têkoşîn, hêvî û berxwedana li dijî komkujiyên dîrokî, zext, înkar û pişavtinê ya gelê Dersimê, civaka Elewî û Kurd li gel ku 80 sal di ser derbas bûn jî di têkoşîna lidijî neheqiyê de rêya wan ronî dike.   Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Seyid Riza yek ji wan mînakên girîng e ku darvekirin, komkujî, înkar û zext nekarî pêşî li azaweriya berxwedan û têkoşînê bigire. Di salvgera  80’yî ya darvekirinê de nekarîn ku ji xêv û bîra civaka Kurd a Elewî û gelên Tirkiyê bibin, tine bikin. Hîna jî gora Seyîd Riza ne diyar e. Bi polîtîkayêên bê kêl û gor hiştin, gelê kurd ê Elewî ji rîtulên veşartin û şîngirtinê bê par dihêlin.”   ‘JI ZALIMAN RE BÛ DERD’   HDP’ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Seyîd Riza ji zilma dewletê re serî netewand û ev ji zaliman re bû kul û derd. Bê tirs bi ser mirinê de çû. Em Seyîd Riza û hevalên wî bi rêz û minet bi bîr tînin. Li ber bîranîn û têkoşîna wan careke din bi hurmet bejna xwe ditewîn in.”