Dadgeha Îstinafê xwest malbatên PKK’iyan ji nûve bên darizandin 2019-05-06 09:04:45 MÊRDÎN - Dadgeha Îstînafê biryara Dadgeha Herêmî ya daxwaza tazmînatê ya li malbata 2 endamên PKK'ê vekiribû û xwestibû bidin malbata polîs Mursel Hacioglu nirxand. Dadgefa Îstînafê biryara redê ya dadgeha herêmî xera kir û xwest ji nûve malbatên PKK'îyan bên darizandin.  Wezareta Karê Hundir ji bo tazmînatê bide malbata polîs Mursel Hacioglu yê li Mêrdînê di pevçûnekê de hatibû kuştin, doz li malbata 2 endamên PKK’ê vekiribû. Dadgeha herêmî doz red kiribû û şandibû Dadgeha Îstîsanfê.  Li Mêrdînê di tebaxa 2003’an de di êrîşek li dijî nokteya polîsan de pevçûn derketibû û polîs Mursel Hacioglu û endamê PKK’ê Alî Akman jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê malbata Hacioglu serî li Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê da û der barê Wezareta Karê Hundir de doza madî û manevî vekir. Doz di kanûna 2014’an de bi encam bû. Dadgehê malbata polîs mafdar dît û xwest Wezareta Karê Hundir 22 hezar TL ji bo manevî û 62 hezar û 656 TL û 88 qirûş tazmînata maddî bide. Dadgehê  Wezaretê tazmînat da malbata polîs. Li ser vê yekê Wezareta Karên Hundir li malbata PKK’yî Akman û endamê PKK’ê Şerîf Şimdî yê di 2013’an de jiyana xwe ji dest dan, doza “Tazmînata Rucuen” vekir. Pişt re dadgehê xwest her du dosye bibin yek. Parêzerê malbata Akman û Şîmdî xwest doz bê redkirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrdînê dozê ji esas red kir. Di biryara redê de hat xwestin Wezaret lêçûyînên dozê bide. Bi giştî 271 hezar û 960 TL û 39 qrş tazmînat hat diyar kirin. Dadgehê diyar kir ku berpirsyariya tazmînatê ya malbatên Akman û Şîmdî jî nîne. Dadgehê xwest 22 hezar û 267 lîre û 67 qirûş ji yê doz vekiriye bê girtin û bidin yên bûne mexdûrê dozê. Li ser îtîraza Wezareta Karên Hundir Dadgeha Îstinafê biryara redê nirxand û xwest doz ji nûve bê dîtin.    Daîreya Hiqûqê ya 4'emîn a Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê biryara redê rakir û xwest doz ji nûve bê dîtin û malbatên PKK'î bên darizandin.