Dayik: Bedel çi dibe bila bibe emê ji bo daxwazên zarokên xwe têbikoşin 2019-05-06 09:04:08 EDENE – Ersîn Somer ê li Girtîgeha Sincanê 103 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbatê peyam şand û got: “Ger hûn dengê xwe bilind bikin emê bi ser bikevin." Dayika Somer Muhbet Somer jî got: "Bedela wê çi dibe bila bibe em li pişt daxwazên zarokên xwe nin û emê ji bo daxwazên wan têbikoşin.  Girtiyê siyasî Ersin Somer, li Girtîgeha Sîncanê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 103 rojin di greva birçîbûnê de ye. Somer, 30 sal berê li gel malbata xwe koçî Edeneyê kiribû û li Edeneyê ji dayik bûye. Malbata Somer xwedî nifûsa 9 kesan in. Somer di sala 2011'an de hat girtin û 8 sal in girtî ye. Somer, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat darizandin. Heyeta dadgehê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" 12 sal cezayê girtîgehê li Somer birî. Somer ewil li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê ma. Piştre li Girtîgeha Tîpa H a Dilokê û niha jî li Girtîgeha Sîncanê girtî ye. Ersîn Somer niha 103 rojin li dijî tecridê di greva birçîbûnê de ye. Tenê daxwazek Somer heye ew jî rakirina tecrîdê ye.    ‘HÛN DENGÊ XWE BILIND BIKIN EM Ê BI SER BIKEVIN   Somer di 4'ê Gulanê de bi dayika xwe Muhbet Somer re bi rêya telefonê peyam şand. Somer di peyama xwe de wiha got: “Rewşa min baş e. Moralê me jî baş e. Hûn ji bo me 3 rojan ketine greva birçîbûnê. Vê çalakiya we moral da me. Ev nîşan dide ku hûn li pişt çalakiya me ne. We hêz û moral da me. Heta ku çalakiya me bi ser bikeve wê berdewam bike. Me tenê nehêlin. Hûn çiqas zêde deng bidin dengê me, em ê ew qas zû bi ser bikevin. Hûn çiqas li pişt me bin em ê ew qas moral bistînin û bi ser bikevin. Tenê daxwazek me heye. Ew jî rakirina tecrîra Ocalan e."    ‘EM Ê BI ZAROKÊN XWE RE TÊBIKOŞIN   Dayika Ersîn Somer  Muhbet Somer, jî anî ziman ku ew piştgiriyê dide çalakiya kurê xwe û wiha got: "Kurê min 103 rojin di grevê de ye. Heta niha 25 kilo  daye. Tenduristiya girtiyan roj bi roj xerabtir dibe. Niha 15 girtiyên din ketine rojiya mirinê. Dibe ku her kêliyê ji girtîgehan darbest derkevin. Em li pişt daxwazên zarokên xwe ne. Em naxwazin tu dayik bigirîn. Em dixwazin demek berî demekê daxwazên zarokên me pêk bê. Çi dibe bila bibe em li pey daxwazên zarokên xwe ne û em ê li gel wan têkoşîna xwe berdewam bikin."