Li Stenbolê li dijî tecridê meşa meşaleyî 2019-05-05 21:49:14   STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li dijî tecrîdê û bi armanca balê bikişîne ser çalakiya rojiya mirinê meşa meşaleyî pêk anî.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike û balê bikişîne ser daxwaza hezaran girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê û 15 girtiyên di rojiya mirinê de li Navçeya Fatihê meşa meşaleyî li dar xistin. Koma endam û rêveberên HDP'ê fîşekên hewayî teqandin û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindana” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ye" berz kirin û li kolanên Fatihê meşiyan. Welatiyên li malên xwe jî li şibake û eywanên malê bi dirûşmeyan piştgirî dan meşa meşaleyî.