'Ev doz doza hemû zarokan e' 2017-11-15 12:12:56 STENBOL - Bavê Berkîn Elvan Samî Elvan, beriya doza kurê wî li 17’emîn Dadgaha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin, banga tevlîbûnê kir û wiha got: “Ev doz ne tenê ya Berkîn e. Ya hemû zarokan e. Ji ber vê yekê divê hemû kes xwedî li dozê derbikevin.”  3’yemîn rûniştina doza Berkîn Elvan ê di 16’ê Hezîrana 2013’an di berxwedana Gezî ya Okmeydana Stenbolê bi guleya polisan birîndar bû û piştî 269 rojan jiyana xwe ji dest da, dê li 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin.    JI MALBATA ELVAN BANGA XWEDÎ DERKETINÊ    Bavê Elvan Samî Elvan, diyar kir ku dirûşmeyên heya niha hatin dîtin dibin zextên desthilatdariya siyasî de pêk hatin û wiha axivî: “Me daxwazên xwe tu caran neguhertin. Em ê sibê jî van daxwazên xwe bînin ziman. Li gorî me hemû tişt li holê ye. Ên ku ferman da û yên gule reşandin diyarin. Ji ber vê dozek girînge. Li vê derê tenê Berkîn heye, lê ev doz ji bo hemû zarokna girîng e. Ji ber vê yekê divê hemû kes xwedî derbikevin. Di vî warî de pêdiviya me bi piştgiriya raya giştî heye.”    'EM DIXWAZIN BÊN GIRTIN’   Bav Elvan, anî ziman ku ev doz ne tenê doza malbata Elvan e û wiha bi dawî kir: “Biryarek erênî ya ji vê dozê derbikeve, dê bibe mîna hemû dozên zarokên hatine qetilkirin. Ji destpêkê de kujer diparêzin. Em daxwaz dikin ku ev kes bên girtin.”