Rojnameger Bariş Polat serbest berdan 2019-05-05 18:40:33   RIHA - Nûçegîhanê Ajansa me Mezopotamya (MA) yê Rihayê Bariş Polat ê 2 roj berê hatibû binçavkirin serbest berdan.    Nûçegihanê Ajansa me Mezopotamya (MA) Bariş Polat ku di 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de li Edliyê nûçe dişopand û polisan ew binçav kir serbest hat berdan. Polîsan bi îdîaya li salona edliyê wêne kişandiye Polat binçav kirin û wênekêşa wî desteser kirin. Polîsan bi hinceta “propaganda rêxistinê kiriye" binçav kirine û birin şaxa TEM'ê. Polîsan piştî li Şaxa TEM'ê îfadeya Polat girtin, sewqî edliyê kirin. Polat piştî li serdozgeriyê îfade da bi şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî bi şertê kontrola edlî Polat serbest berdan.