Milên xwe dan hev û li dijî tecrîdê meşiyan 2019-05-05 18:31:12   STENBOL – Endam û rêveberên HDP'ê ya Stenbolê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û daxwazên girtiyan biqîrin, li Bakirkoy û Şîrînevlerê kom bûn û meşiyan. Gelek kesên li hev kom bûn milên xwe dan hev û meşiyan.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser daxwazên girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û bixwazin tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe li Qadên Bakirkoy û Qada Şîrînevler ya Bahçelîevlerê meş li dar xistin. Endam û rêveberên HDP'ê li Bakirkoya Stenbolê çalakî li dar xistin û meşiyan. Gelek endam û rêveberên HDP'ê berdilkên ku wêneyê Leyla Guven û dirûşmeya "Bila tecrîd rabe Leyla bijî" li ser heye li xwe kirin û meşiyan. Girseya ku mil dan milê hev û meşiyan bê navber dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ye", “Bila terîd bi dawî bibe Leyla Bijî", "Deng bide dengê Leyla Guven" û "Bêdeng nemîne wê dor were te jî" berz kirin.    Li Kolana Marlara ya navçeya Avcilarê jî bi heman armancê komek endam û rêveber û malbatên girtiyan hatin cem hev û meşiyan. Koma ku milê xwe da hev û meşiyan dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.