Leyla Guven, Bobby Sands bibîr anî 2019-05-05 17:28:08   AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 179 rojin di greva birçîbûnê de ye çalakgera greva birçîbûnê bi peyamekê Bobby Sands ê di 5'ê Gulana 1981'an de di greva birçîbunê de jiyana xwe ji dest dabû bibîr anî.    Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 179'emîn de didome. Leyla Guven, bi minasebeta salvegera Bobby Sands ku di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da peyamek weşand û Sands bibîr anî.    Siyasetmedar ê Îrlandaya Bakur Bobby Sands, di sala 1972'an de hat girtin. Di sala 1981'an de bi armanca statuya girtiyên siyasî bê başkirin dest bi greva birçîbûnê kir. Sands, di roja 66'emîn de di 5'ê Gulana 1981'an de jiyana xwe ji dest da. Guven bi minasebeta salvegera Sands peyam şand û ew bibîr anî.