Li 4 bajarên Kurdistana Federal grevên birçibûnê didomin 2019-05-05 17:04:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Li 4 bajarên Herêma Kurdistana Federal Hewlêr, Silêmanî, Germiyan û Mexmûrê grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê dewam dikin.   Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê dewam dikin. Li 4 bajarên Herêma Kurdistana Federal Hewlêr, Silêmanî, Germiyan û Mexmûrê  jî bi heman armancî çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dikin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya li Navenda HDP’ê ya li Hewlêrê, di roja 166'an de û çalakiya Nasir Yagiz jî, di roja 166'an de dewam dikin.    Li bajarê Silêmaniyê jî, çalakiya greva birçîbûnê bi biryardarî dewam dike, 142 roj li pey xwe hiştin.    Li wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî, berxwedana greva birçîbûnê di roja 141’an de dom dike. Bi heman armancê li Mexmûrê çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî, di roja 106'an de bi biryardariyek xurt berdewam dike.   Li Başûrê Kurdistanê 3 çalakvan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger dene.   Li Hewlêrê çalakiya Nasir Yagiz 166, Fadîle Tok 106 û li Germiyanê Endezyar Herêm Mehmud jî 71 rojin di greva birçîbûnê dene.