Malbatên ku polîsan destûr nedan daxuyanî bidin dest bi çalakiya rûniştinê kirin 2019-05-05 15:32:09 AMED - Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de, yên xwestin xwestin li Parka Koşûyolû daxuyanî bidin û rastî astengiya polîsan hatin, dest bi çalakiya rûniştinê kirin û dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin.  Malbatên girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê dene, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan, xwestin li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê ku bi bariyeran hatiye dorpêçkirin daxuyanî bidin çapemeniyê, lê polîsan destûr neda. Malbatên ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin, bi armanca helwesta polîsan şermezar bikin, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Parlementerên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz û Mûsa Farîsogûllarî piştgirî dan dayikan û piştî hevdîtina bi polîsan re kirin, destûr hat dayîn ku nêzî nîv saetî çalakiya rûniştinê li dar bixin.    Parlementera HDP’ê Aydenîz a di çembera polîsan de ma, diyar kir ku rastî tacîza zayendî ya polîsekê hat û bertek nîşan da. Li ser vê yekê amîrê polîsan ew polîs ji komê dûr xist.    Malbatên ku heya demekê di ablûkeya polîsan de çalakiya rûniştinê dewam kirin, dûre meşiyan ber avahiya TÛAY-DER’ê. Malbatan di meşê de bê navber dirûşmeyên “Zarokên me rûmeta me en” û “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin. Malbatên gehiştin ber avahiya TÛAY-DER’ê, di ablûkeya polîsan de dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya malbatan nîv saetê berdewam kir û bi dawî kirin.    5 jê dayikên girtiyan 7 kesên ku xwestin serê sibê bikevin Parka Koşûyolû ya di ablûkeya polîsan de, ji aliyê polîsan bi lêdanê hatibûn binçavkirin.