Cerdevan û çawîşê pispor ên Kaya kuştin hatin girtin 2019-05-05 15:15:19   MÊRDÎN - Di navde çawîşê pispor û cerdevan jî heye 5 kes, bi sucdariya li Gundê Stîlê ya Nisêbînê welatî Mehmet Şirin Kaya kuştin, hatin girtin.    Li Gundê Stilîlê yê  Navçeya Nisêbînê di 26'ê Nîsanê saet di 23.00'an de welatî Mehmet Şirin Kaya (25) rastî êrîşa bi çek a otomatîk hat û jiyana xwe ji dest dabû. Di bûyerê de li ser îtîrafa 4 kesan desekî din hat binçavkirin. 5 kesên hatin binçavkirin piştî li Fermandariya Cendirmeyan a Nisêbînê îfadeya wan hat girtin, sewqî dozgeriyê kirin. 5 kesên sewqî dadgehê hatin kirin, bi sucdariya Kaya kuştine hatin girtin.    Di dosyaya ku Serdozgerê Komarê de biryara veşartinê daye de, ne diyar e ku der barê kesên din de biryara girtinê heye ya na. Lêpirsîn a der barê bûyerê de didome. Hat diyar kirin ku ji 5 kesên hatin girtin yek jê cerdevan û yek jî çawîşê pispor e. Hat zanîn ku di nava kesên hatin girtin de yek  jî jin e û kesên êrîş kirine xizmên hev in.    JI BEDENA KAYA 22 GULE DERKETIN   Hat diyar kirin ku Kaya bi çeka 'Uzî" hatiye gulebarankirin û ji bedena Kaya 22 gule derketine. Kesên êrîş pêk anîn xwestibûn cenazeyê Kaya birevînin, lê ji ber ku di wê saetê de welatî derketin kolanê êrîşkaran cenaze hiştibûn û reviyabûn.    Hat zanîn ku êrîş têkildarî kuştina Cerdevan Medenî Konak û Yakup Teme ên di 2015'an de di êrîşa PKK'ê de jiyana xwe ji dest daye pêk hatiye. Der barê êrîşa Kaya de parlamentera HDP'ê Pero Dundar pêşniyarnameya pêpirsinê dabû Serokatiya Meclîsê û xwestibû ku Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul bibersivîne.