Malbatên girtiyan: Heya ku daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin dê li qadan bin 2019-05-05 14:49:16   EDENE - Malbatên girtiyan ên li Edenê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kiribûn, çalakiya xwe bi gotina awazên berxwedanê bi dawî kirin. Malbatan, diyar kirin ku heya daxwazên girtiyan neyin qebûl kirin, ewê berxwedana xwe dewam bikin.   Malbatên girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de, bi armanca bibin dengê zarokên xwe, di 3’yê Gulanê de li avahiya HDP’ê ya Navçeya Seyhanê ya Edenê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Malbatan îro çalakiya xwe ya 3 rojan bi dawî kirin. Malbatên girtiyan bi awazên berxwedanê dawî li çalakiya xwe anîn û diyar kirin ku heya daxwazên girtiyan neyin qebûl kirin, ewê berxwedana xwe dewam bikin.   'EMÊ LI QADAN BIN'   Ji bo bi dawî kirina çalakiyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Ligel malbatên girtiyan rêveberên HDP’ê, DBP, HDK û TUAYDER’ê yên bajêr û navçeyan, beşdarî daxuyaniyê bûn. Birayê Bayram Demîrhan ê ji 5’ê Çile ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di greva birîbûnê deye endamê Meclîsa DBP’ê Erol Demîrhan, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Emê çalakiya xwe bi dawî bikin. Lê emê ji vîr û şûn de bi pêşengtiya jin û ciwanan çalakiyên xwe berdewam bikin. Heya ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin emê dinava berxwedanê de bin.”    'EM JI BO MIRINÊ JÎ AMEDE NE'   Dayika Vedat Gultekîn ê ji 21’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa T a Duzce di greva birçîbûnê deye Azîze Gultekîn jî, diyar kir ku ew xwedî çalakiya girtiyan derdikevin û wiha got: “Em li gel girtiyên xwe ene. 3 roj jî bin, 3 sal bin jî emê li pişt zarokên xwe bin. Em ji bo mirin û girtinê jî amadene.”   Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.