Îran rê li pêş alîkariya mexdûrên erdhejê digire 2017-11-15 11:59:18 KELAR - Berpirsê Ragihandin û Pêwendiyên Deriyê Sînor ê Perwêzxanê Aram Sayexan diyar kir ku Îran destûr nade alîkarî di deriyê Perwêzxan re ji mexmûrên erdheja li Rojhilatê Kurdistanê re biçe. Piştî erdheja di şeva 12'ê Mijdarê de li xeta Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê pêk hat. Zêdeyî 500 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes birîndar bûn. Nêzî 12 hezar xanî li Kirmanşanê rûxiyan, li Başûrê Kurdistanê ciwanan ji bo mexdûrên Rojhilatê Kurdistanê dest bi kampanyaya alîkariyê kirin. Berpirsê Ragihandin û Pêwendiyên Deriyê Sînor ê Perwêzxanê Aram Sayexan diyar kir ku bi ti awayî Îran rê nade di deriyê Perwêzxan re alîkarî ji bo mexmûrên erdheja li Rojhilatê Kurdistanê re biçe. Sayexan li ser mijarê ji ajansa me re wiha got; "Îran bi ti awayî razî nabe, li Deriyê Sînor ê Perwêzxan re alîkarî ji bo mexdûrên Rojhilatê Kurdistanê biçe, bi taybet ji bo Kirmanşan û Serpêl Zehaw."   Aram Sayexan, bal kişand ser astengiyên li pêş alîkariyê û wiha got: "Karmendên Îranê yên li Deriyê Sînor ê Perwêzxan diyar kirin, bi tu awayî alîkariyê wernagirin û gotin; 'Weke Îran pêwîstiya me bi alîkariya ti welatên din nîne, dema ku pêwîst bû em ê bi fermî daxwaz bikin. Îran bi xwe xwedî rêxistina alîkariyê ye.' Ji ber vê heya niha karmendên Îranê razî nebûne alîkariyê werbigirin."   Yek ji berpirsê kampanyaya alîkariyê Azad Osman têkildarî helwesta Îranê anî ziman ku Îran rê nade alîkarî li deriyê sînor re derbas bibe û wiha got: "Lê herêma Germiyan cuda ye. Ji ber ku gelek xelkê li wir, li gel xelkê Kirmanşan, Serpêl Zehawa xizmên hev in. Lewma em di nava pêwendiyan de ne, da ku alîkariya hatiye komkirin bişînin Rojhilatê Kurdistanê."