Cenazeyê jina ku hat îdakirin xwe avêtiye Çemê Dîcle hat dîtin 2019-05-05 13:03:11    AMED - Cenazeyê Saîme V. a ku hat îdîakirin ku ji ser Pira Deh Çavî ya dîrokî xwe avêtiye Çemê Dîcle hat dîtin.    Cenazeyê jina bi navê Saîme V. a ku şeva borî hat îdîakirin ku ji ser Pira Deh Çavî ya dîrokî ya Amedê xwe avêtiye Çemê Dîcle hat dîtin. Cenazeyê SaîmeV. ji bo otopsiyê rakirin Morga Nexweşxaneya Zaningeha Dîcle ya Amedê. Hat diyar kirin ku Saîme ya jiyana xwe ji dest da, di nasnameyê de, li ser Daîreya Nifusê ya Êlihê qeydkirî ye.