Dede yê HDP’î: Eskeran mudaxileyî ambûlansê kirin Şen ji ber windakirina xwîn mir 2019-05-05 11:56:18 COLEMÊRG - Parlementerê HDP’ê  Saît Dede yê derbarê bûyera Sertîp Şen ê gule lêket û ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da hevdîtin bi şahidan re kir de, wiha got: “Welatiyên hatin cihê bûyer tavilê ambûlans xwestine. Lê eskeran destûr nedane ku ambûlans biçe cihê bûyer û Şen ji ber windakirina xwîn jiyana xwe ji dest daye.”   Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Saît Dede yê derbarê bûyera Sertîp Şen ê li herêma leşkerî ya navçeya Gever a Colemêrgê di encama gule barandinê de jiyana xwe ji dest da, hevdîtin bi malbat, şahidên bûyerê û gundiyan kir de, daxuyaniyek nivîskî weşand.    Dede, di daxuyaniya kir de wiha got: “Sertîp Şen li cihekê nêzî qereqal û baregeha leşkerî ya li Zozanê Kevleboş a Gundê Wargenîma, ji singa xwe hat gule barankirin û kuştin.     JI QEREQOLA WARGENÎMA DESTÛRA PÊWÎST GIRTIBÛ   Dede, diyar  kir ku Şen roja bûyerê bi hevjîna xwe re ji bo mihên xwe biçêrînin di derketina gund de ji Qereqola Wargenîma destûra pêwîst girtibûn, kontrola nasnameya wan hatibû kirin û gehiştibûn zozanan û wiha got: “Hevjîna Şen û jinên din piştî nîvro ji bo komkirina pincarê ji mihan dûr dikevin. Dema ku ji komkirin pinçarê vedigerin, dibînin ku Sertîp Şen birîndar bûye. Welatiyên tên cihê bûyer tavilê bangî ambûlans dikin. Lê eskerên dibin ku ambûlans tê, destûr nedane ku ambûlans biçe cihê bûyerê. Welatî li ser vê yekê, bi derfetên xwe Şen heya cihê ambûlansê tînin. Ji ber ku esker destûr nadin ambûlans bê cih bûyerê, heya welatî Şen tînin cihê ambûlansê saet, saetek nîv derbas dibe. Lê mixabitin ji ber ku mudaxileya pêwîst di demê xwe de ji  bo Şen nayê kirin, ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest dide.”   'DIBE KU ŞEN JI BER GULEYA JI BAREGEHA ÇÎMENLÎ HATIBE AVÊTIN MIRÎ BE'   Dede, di dewama daxuyaniya xwe de cih da van gotinan: “Li cihê ku Şen lê hat qetilkirin, Baregeha Eskerî ya Çîmenlî, Baregeha Wargenîma û Baregeha Girê Asteng Lîder lê dimînin. Her sê baregeh jî herêmê kontrola dikin û cihê bûyerê li cihekê ku dixuye pêk hatiye. Şahidan, diyar kirin ku dibe ku Sertîp Şen ji ber guleya ji baregeha Çîmenlî ya 3 kîlometre dûrî bûyerê hat reşandin, jiyana xwe ji dest dabe.   EMÊ ŞOPDARÊ LÊPÎRSÎNÊ BIN    Ji bo ku berpirsên kuştina Şeng bên cezakirin emê şopdarê lêpirsînê bibin.