Cenazeyê operatorê di çem de winda bû dîtin 2019-05-05 10:49:31   AMED - Cenazeyê operatorê ku di çem de winda bû Bariş Aygun dîtin.    Li Gundê Hantepe yê Erxenî li ser pira Shel a 3 kilometre dûrî gund Operator Bariş Aygun ku dema maşîneya kar ya kanê diajot, maşine ket avê. Ajokar Aygun ku xwe avêt nava avê, di avê de winda bû. Piştî lêgerîn û lêkolînê cenazeyê operator Aygun di çem de dîtin. Cenazeyê Aygun ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dicleyê.