Qeyûm di ziyareta wekîlên AKP'ê de xwarin daye 4220 kesan: Wekîlê AKP’ê red kir 2019-05-05 09:54:32 MÊRDÎN – Derket holê ku Qeyûmê Şaredariya Mêrdînê wekî ku li lokantaya 400 kesan, di dema ziyareta 3 parlamenterên AKP’ê de xwarin daye hezar û 894 kesan fatûre birî ye. Piştî ev fatûre derket holê, heyeta AKP'ê li dijî vê yekê derket û got: "Xwarinek wisa nehatiye xwarin" û fatûre ji şaredariyê xwest.  Piştî di hilbijartina 31'ê Adarê ya Rêveberiyên Herêmî de Şaredariya Mêrdînê derbasî destê HDP'ê bûn, nelirêtiyên di serdema qeyûm de yek bi yek derdikevin holê. Qeyumê ku zêdeyî 1 milyar TL deyn li Şaredariyê çêkir, piraniya deyn wekî ku xwarin dabe parlamenter û rêveberên AKP’ê nîşan da. Derket holê ku wekî bedelê xwarinê bi giştî 1 milyon û 436 hezar û 345 TL ji butçeya şaredariyê xerç kirin. Deynê vê xwarinê di 27 û 28'ê Adarê de da Fîdan Yemek ya girêdayî Şîrketa Bazirganî û Pîşesaziyê ya Çandinî, Înşaet, Paqijî û Zexîre ya Dinçpa. Li fatûra deyn wekî ku li lokantaya Fidan Yemek a 400 kesî xwarin dabe 4 hezar û 220 kesan, nivîsand.    Di fatûreya ku di 27  û 28'ê Adarê de nivîsand wekî "Bedelê xwarinê" lêçûn nivîsand. Di fatûreyê de wiha hat nivîsandin:    * Di ziyareta parlamenterên AKP’ê Şeyhmus Dinçel, Cengiz Demirkaya û Ceyda Bolunmez a şaredariyê de xwarin daye hezar û 894 kesan. Bi 70 TL+ KDV û heqê xwarinê bi giştî 143 hezar û 186 TL ye.    * Di ziyareta Parlamenterê AKP'ê yê Qersê Ahmet Arslan de li Lokanta Fidan Yemek a 400 kesî de xwarin daye hezar û 660 kesan. Heqê wê 116 hezar û 532 TL ye.    * Roja ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu hat Mêrdin di 3 rojan de bi 266 hezar TL xwarin daye Hezar û 800 kesan    * Roja ku Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar hatiye Mêrdîn di 2 rojan de xwarin daye 2 hezar û 100 kesan û heqê xwarinê 158 hezar û 760 TL ye.    * Li heman lokantayê xwarin daye 4 hezar û 220 kesan. Heqê xwarinê 274 hezar û 752 TL ye.    * Roja ku Cîgirê Wezîrê Çand û Turizmê Haluk Dursun hat bajar xwarin da Hezar û 810 kesan û heqê xwarinê 130 hezar û 971 tl ye.    * Roja ku Wezîrê Spor û Ciwanan Muharrem Kapsapoğlu hat bajar xwarin  da 2 hezar û 600 kesan û heqê xwarinê 182 hezar û 520 TL ye.    Di roja ku bi keyayan re civîn pêk anîn xwarin da 2 hezar û 320 kesan û heqê xwarinê 162 hezar û 864 TL  ye.    AKP'ÎYAN FATÛRE RED KIR   Rêveberên AKP'ê fatûra ku ji bo xwarina parlamenterên AKP’ê Şeyhmus Dinçel, Cengiz Demirkaya û Ceyda Bolunmez biriye red kirin û diyar kirin ku xwarinek wisa nexwarine. Hat fêrbûn ku heyeta di navde wekîlekî AKP'ê jî heye, ji bo deyn fêr bibin bi rayedarên şaredariya HDP'ê re hevdîtin kirine. Heyeta AKP'ê der barê xwarina 3 wekîlên AKP'ê de diyar kirin ku lêçûnek wisa nehatiye xerçkirin û ev fatûre red kirin   MA / Ahamet Kanbal