Malbata Enver Donmez ê di rojiya mirinê de: Aştî bi rakirina tecrîda Ocalan pêkan e 2019-05-05 09:12:49 RIHA - Dayika Enver Donmez ê dest bi rojiya mirinê kiriye, bang li hêzên demokrasiyê û gelê kurd kir û got: "Daxwaza kurê min daxwaza min e. Ji bo aştî pêş bikeve divê hevdîtina bi Ocalan re dest pê bike." Bavê Donmez jî got: "Eger rê li ber Ocalan bê vekirin û tecrîd bi dawî bibe wê aştî pêş bikeve."  Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Enver Donmez piştî 136 rojên greva birçîbûnê di 30'yê Nîsanê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê. Donmez, 4 sal in girtiye û 22 sal ceza lê hatiye birîn. Dayika wî Şemsê Donmez, diyar kir ku rewşa kurê wê nebaş e û pir zihîf bûye. Donmez, diyar kir ku rojiya mirinê rêyeke vegera wê tune ye û got: "Mirovek jî bimire, wê kes nikaribe hesab bide. Loma divê rojek berî rojekê daxwaza zarokên me bê qebûlkirin da ev çalakî jî bi dawî bibe." Dayik Donmez, diyar kir ku daxwaza kurê wê daxwaza wê ye jî û got: "Ji bo aştî pêş bikeve divê hevdîtina bi Ocalan re dest pê bike. Eger hevdîtin dest pê bikin wê rê li ber mirinê jî bê girtin.    ‘HÛN LI BENDÎ ÇI NE?'    Dayik Donmez, anî ziman ku ger dewlet dewlet bûya, wê ewil li gor qanûnên xwe tev bigeriya û wiha axivî. "Ên ev qanûn danîne ne em in. Wexta dor tê gotinê, dewlet behsa qanûnan dike. Lê ên li gor wan tev digerin dîsa em in. Madem qanûn hene, çima dewlet li gor wan tev nagere?" Dayik Donmez, diyar kir ku ger tiştek bê serê zarokên wan berpirsiyar dewlet e û xwest rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe. Dayik Donmez, bang li hêzên demokrasiyê û gelê kurd kir û got: "Hûn li bendî çi ne? Ma piştî zarokên me bimirin hûn ê tev bigerin? Destê xwe deynin ser wijdanê xwe."    'QEY WIJDAN NEMAYE?'   Bav Îbrahîm Donmez jî, got: "Li girtîgehan bi hezaran girtî bedena xwe dane ber mirinê. Mirov dimirin. Qey wijdan nemaye ku ehr kes bêdeng e? Ne birçîbûn, wê bêdengî zarokên me bikuje. Divê kes xwe li nedîtinê daneyne." Bav Donmez, destnîşan kir ku heta dawiyê ew li pişta kurê xwe ne û got: "Zarokên me ji bo aştî û biratiyê bedena xwe dane ber birçîbûnê. Li ber wêrekiya wan em bejna xwe ditewînin. Lê divê em dengê wan ragihînin. Li vî welatî ji xeynî gelê kurd kes aştiyê naxwaze. Tenê ne kurd, divê hemû gelên li Tirkiyeyê doza aştiyê bikin. Wê aşçî çawa çêbibe? Eger rê li ber Îmraliyê bê vekirin, wê çêbibe. Çima hevdîtin bi Birêz Ocalan re nayên çêkirin? Eger hevdîtin bên çêkirin wê aştî bê vî welatî."    MA / Erdogan Alayumat