Nizamettîn Togûç: Heta tecrîd bi dawî nebe ez tev li danişînan nebim 2019-05-05 09:11:21   ÊLIH - Parlementerê DEP'ê yê berê û Hevserokê HDP'a Êlihê Nîzamettîn Togûç ku ji 6'ê Cotmeha 2018'an ve girtiye, daxuyand ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî nebe wê tev li danişînan nebe.    Parlementerê Partiya Demokrasiyê (DEP) ê berê û Hevserokê HDP'a Êlihê Nîzamettîn Togûç, di 6'ê Cotmeha 2018'an ve hat girtin û wî birin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Danişîna doza Togûç, di 3'yê Gulanê de li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Êlihê pêk hat. Lê belê Togûç, tev li danişînê nebû.  Togûç, daxwaznameyek ji îdareya girtîgehê re nivîsand û di daxwaznemeyê de sedema tevlînebûna danişînê diyar kir. Togûç, di daxwaznameyê de destnîşan kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî nebe wê tev li danişînan nebe.