Gungor ê 141 roj in di grevê de ye: Berxwedana me ji bo pêşeroja hevpar e 2019-05-05 09:05:41 STENBOL – Yasîn Gungor ê 141 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Berxwedana me ji bo pêşeroja me ya hevpar e. Bedena min her roj dihele, lê baş dizanim ku hûn ê hêviya me mezintir û zeximtir bikin."    Li Girtîgeha Jimare 2 ya Xarpêtê ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, yek jê jî Yasîn Gungor e. Gungot, ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye. Gungor, nameyek ji malbata xwe re şand û got: "Divê her kes bibe dengê çalakgeran."     RONAHIYA JI BO DEMOKRASIYÊ   Gungor, di nameya xwe de destnîşan kir ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gelê kurd bi tevahî tê tecrîdkirin û got, Ocalan ne şexseke ji rêzê ye. Gungot, got: "Li dijî tirs û tariya tê afirandin zindaniyan careke din bedena xwe da ber birçîbûnê û ji bo demokrasî û edaletê bûne ronahî. Em girtî em ê tu carî dev ji daxwazên xwe bernedin. Em aşkere dibêjin ku em polîtîkayên tunekirin û tecrîdê bi tu awayî qebûl nakin. Ev çalakiyeke demokrasiyê ye. Eger li girtîgehan canek jî biçe wê ev yek li hêviya ji bo pêşeroja gelên me bibe birîn. Wê di rêya azadî û demokrasiyê de bibe cihê birînên qet û qet nayên cebirandin. Ji bo vê jî divê hêzên pêşverû yên civakê demildest tev bigerin û rojek berî rojekê li dijî vê tarîtiyê ronahiya demokrasiyê ya li girtîgehan hatiye pêxistin bê berbelavkirin."    Gungor, bilêv kir ku çalakiyên greva birçîbûnê asta krîtîk derbas kirine û gelek çalakger li ber mirinê ne. Gungor, destnîşan kir ku divê her kes bibe dengê vê qîrîna ji bo jiyanê û got: "Bdengî tê wateya hevpariya vî sûcî. Divê neyê jibîrkirin wê bi mirina li girtîgehan mirovahî jî bmire. Em girtiyên li zindanan nûnerên pêşerojeke ku 'bi qasî di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin.' Daxwazên me ne ew daxwaz in ku neyên qebûlkirin. Daxwaza me ew e ku dewlet li gor qanûnên xwe tev bigere. Tecrîda li ser Ocalan tenê ne li ser şexsê wî, li ser gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî pêk tê. Eger tecrîd bi dawî bibe wê rageşî jî kêm bibe, wê mirin jî kêm bibin û wê bibe zemîna aştiya civakiyî."    ‘BIBIN DENGÊ ME'    Gungor, diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike û got: "Tecrîd, rewşa aboriyê xirabtir dike, şer gurtir dike û tawîzên di polîtîkaya derveyî de zêdetir dike. Eger tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe wê demsala aştiyê dest pê bike. Em careke din bang li mirovahiyê dikin. Em bang li rewşenbîr, partî, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên kedkaran, CHP'ê û raya demokratîk dikin. Berxwedana me ji bo pêşeroja me ya hevpar e. Ji bo avakirina pêşeroja hevpar, ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Ocalan bibin dengê me. Her roj bi hêviyekê hişyar dibim. Baweriya xwe ya ji bo demokrasiyê bi abweriyê li ser piyan dihêlim. Erê, bedena min her roj dihele, lê belê baş dizanim hûn ê hêviya me mezintir û zeximtir bikin."