Esed birayarê xwe Mahir ji erka wî dûr xist 2017-11-15 11:32:38 NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Sûriyê Esed ji ber nakokiyên di navbera wî û birayê wî Mahir de, birayê xwe Mahîr ji erka wî ya fermandariyê dûr xist û li şûna wî Telal Mexlûf tayîn kir.  Li gorî agahiyên ragihandinê ku di 12 mijdarê de hatine eşkere kirin, Serokê Sûriyê Beşar El Esed birayê xwe Mahir ji erkê wî yê fermandariya artêşa Komarî (Heres Sewrî) dûr xist. Hat diyar kirin ku sedema vê yekê nakokiyên di navbera wan de de pêk hatiye.  Li gorî çalakvanên di saziya (Yekîtiya Rojnamevanên şoreşa Sûriyê) de, hate ragihandin ku Mahir El Esed birayê serokê Sûriyê ji erkê fermandariya artêşa komarî bi sedema nakokiyên dijwar ku di navbera herdu birayan de qewimînin hatiye dûrxistin. Bi vê yekê wê Mahir El esed nikaribe tevlî civînên ewlekariyê û fermandariya leşkerî bibe. Heman çavkaniyan dane zanîn ku Lîwa Telal Mexlûf ji aliyê serokê Sûriyê li şûna Mahir ve hatiye tayîn kirin. Çavkaniyan eşkere kirin ku Lîwa Telal Mexlûf ku nêzî Rûsa ye xwedî têkilyên berfireh û mezin di nav artêşa Komarî de ye, ku ev bû sedem gelek berpirs û rêveber ji cihê xwe werin dûrixistin û kesên nêzî xwe di cihên herî hesas de tayîn bike.   Hate raghandin ku ji aliyê Rûsan ve jî guhertina ku hatiye kirin erênî hatiye dîtin.