Li Colemêrgê 3 esker û li Ezezê eskerekî jiyana xwe ji dest da 2019-05-04 18:05:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir ku li Colemêrgê di encama êrîşa PKK'ê ya bi hawanan de 3 eskeran jiyana xwe ji dest dan û eskerek birîndar bû. Li Ezezê jî di êrîşa YPG'ê de eskerekî jiyana xwe ji dest da.    Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir ku li sînorê Colemêrg û Iraqê li dijî eskeran êrîş pêk hatiye û di êrîşê de 3 eskeran jiyana xwe ji dest dane û eskerek jî birîndar bûe. Wezaretê anî ziman ku îro PKK'ê bi hawanan êrîş kirin û di êrîşêde 3 eskerên wan hatine kuştin û eskerekî wan jî birîndar bûye.    Li Ezazê jî di operasyonê de eskerek hat kuştin. Di navbera YPG'ê û eskeran de şer derket û di şer de Serbazekî jiyana xwe ji dest da û Serdarek jî bi giranî birîndar bû. Serdarê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilisê