Komeleyên Elewiyan: Komkujî biryara dewletê ye 2019-05-04 17:17:07   ENQERE - Rêxistinên Elewiyan ên Enqereyê, bi minasebeta 82'emîn salvegera Terteleya Dersimê daxuyaniya hevpar dan. Rêxistinên Elewiyan diyar kirin ku dewlet 82 salin bi vê êş û rastiyê re nayê rûqalî hev û wiha gotin: "Em dixwazin bi lez şûna gora Seyit Rıza û hevalên wî vekin. Ev biryara komkujiyê biryara dewletê ye."    Rêxistinên Elewiyan ên Enqereyê, bi minasebeta 82'emîn salvegera 4'ê Gulana 1937'an a Terteleya Dersîmê daxuyaniyek hevpar dan. Di salên 1937-1938'an de gelê Dersimê rastî komkujiyekê hat. 82 sal berê di dîroka Komarê de rûpelên herî tarî hatin îmzekirin. Di 4'ê Gulana 1937'an de bi biryara ‘Tunçeli Tenkil Harekati /Tevgera Tenkîl a Tuncelî" û plansaziyek demdirêj Komkujiya Dersimê dan destpêkirin.    Têkildarî vê rojê Komeleya Dersimiyên Enqereyê (Dersim-Der), Platforma Hişê Hevpar a 37-38'an a Dersimê, Platforma Mexdûrên Dersimê, Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) Vakfa Çanda Anatoliyê ya Haci Bektaş Veli (HBVAKV), Vakfa Komeleyên Çanda Pir Sultan Abdal (PSAKD) û Komeleya Çandê ya Divrigi, li avahiya DAD'ê bi ser navê “Kefenên me yên ketin axê rohahiya ku tariyê ronî bike ye" civîna çapemeniyê pêk anîn. Ewil kesên di komkujiya 1937'an de hatin qetilkirin bibîr anîn û piştre daxuyanî dan.    Li ser navê komeleyên elewiyan Serokê şaxa Komeleya Dersimiyan Yaşar Kilavuz daxuyanî xwend û diyar kir ku hemû rayedar şirîkê vê komkujiyê ne û wiha got: "Di 4'ê Gulana 1937’an de bi biryara Lijneya Wezîran ev plan îmze kirin. Wê rojê fermana Dersimê hat nivîsîn û îmzekirin. Ev komkujî biryara dewletê ye. Kesên wê rojê dewlet bi rêve dibirin berpirsê vê komkujiyê ne. Hemû rayedarên dewletê û Lijneya Weziran şirîkê vê komkujiyê ne. Divê hesabê vê komkujiyê bê dayîn. Dewlet 82  salin hêj bi vê êşê re nehatiye rûqalî hev û ev komkujî nas nekiriye. Gelê Dersimê û saziyên sivîl bi salan e ji bo ev komkujî ronî bibe têdikoşin. Em destûr nadin ku ev yek vegere hesabên siyasî û rantê. Em dixwazin gora Seyit Rıza û hevalên wî yên hatin darvekirin bê vekirin û ronîkirin. Divê arşîvên rastiya Dersimê bi gel re bên parvekirin. Divê hemû projeyên Dersimê bên betalkirin. Divê zextên li ser ziman, çand û baweriya Elewiyên Kizilbaş bê rakirin. Divê hemû cureyên polîtîkayên asimilasyonê bi dawî bibe."    Serokê Giştî yê PSAKD'ê Ganî Kaplan jî anî ziman ku bûyera  li Dersimê pêk hatiye Komkujî ye û wiha got: “Em li ser axa Anadoliya bûn şahidê gelek komkujiyan. Di sala 1915'an de komkujiya Ermeniyan pêk hat. Ji bo birînên komkujiya Dersimê bên dermankirin divê berî her tiştî Gor Seyit Riza û hevalên wî bên vekirin."    Berdevkê Platforma Mexdûrên Dersimê Îbrahîm Ogeyik jî wiha got: “Divê tu al rengê Dersimê yên reş û sipî veneşêre. Dive tu dirûşme qerîna Dersimê ji bîr neke. Em ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin." Daxuyanî bi belavkirina lokmeyan bi dawî bû.