Dayikên girtiyan daxwazên xwe ji CHP’ê re ragihandin 2019-05-04 15:50:14   AMED – Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de têkildarî rewşa zarokên xwe çûn avahiya Rêxistina CHP’ê ya Amedê ziyaret kirin û xwestin CHP a ku sermuxalefete ji bo grevên birçîbûnê hestiyar be û bikeve tevgerê.    Dayikên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ji bo rewşa zarokên xwe çalakiyên xwe didomînin. Di çarçoveya van çalakiyan de dayikên girtiyan ji bo rewşa zarokên xwe vebêjin çûn avahiya Rêxistina CHP’ê ya Bajarê a Amedê û bi Serokê Bajêr ê CHP’ê Mehmet Sayin re hevdîtin kirin.    Dayikan daxwaza zarokên xwe bi CHP’ê re parve kirin û gotin nêzî 6 mehan e li girtîgehan greva birçîbûnê didome û xwestin CHP a ku sermuxalefetiyê dike di mijara grevên birçîbûnê de bêtirîn bi bandor tevger bike. Dayikan da zanîn ku 8 însanan li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn û dibe ku her kêlî zarokên wan jiyana xwe ji dest bidin û divê CHP di vî warî de demildest bikeve tevgerê.    Serokê CHP’ê Mehmet Sayin ê ku li dayikan guhdar kir da zanîn ku CHP di mijara grevên birçîbûnê de ne bêhestiyar e.    DAXWAZA DAYIKAN    Dayikan diyar kirin ku heta Navenda Giştî ya CHP’ê ji bo wan daxuyaniyek têrbûyî neke û daxwaza hevdîtinê ji wan neyê dê ji avahiya partiyê dernekevin.    CHP’Ê GOT: EM Ê BI GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ RE ELEQADAR BIBIN    Li ser vê daxwaza dayikan, Mehmet Sayin li rêveberên Navenda Giştî ya CHP’ê geriya û daxwazên dayikan ji wan re ragihand. Rêveberên Navenda Giştî ya CHP’ê piştî ku ragihandin dê bi mijara grevên birçîbûnê re eleqdar bibin, dayik ji avahiya partiyê veqetiyan.