Xwestin ji bo tedawiya nexweşên girtî gav bên avêtin 2019-05-04 15:31:17   STENBOL / ENQERE – Endamên ÎHD’ê li Stenbol û Enqereyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Abdullah Îçlî û Erol Zavar û xwestin girtiyên nexweş bên berdan.    Endamên Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo girtiyên nexweş bên berdan xwestin di hefteya 371’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F” li dar bixin. Polîsan destûr neda çalakiyê. Li ser vê yekê aktîvîstan çalakî li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê li dar xistin.  Wêneyên girtiyên nexweş û pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hildan.     Endama Komîsyone Hatîce Onaran daxuyanî xwend û vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdullah Îçlî.    ‘TEHAMULÎ DENGÊ DAYIKAN NAKIN’    Onaran çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan bi bîr xist û got: “Bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne. Îktîdar êdî tehamulî çalakî û dengên dayikan nake. Her cûre zext û tundiyê li dijî dayikan pêk tînin. Em dixwazin rayedar vê daxwazê qebûl bikin û bila mafê jiyanê biparêz e.”    ‘RÎSKA MIRINÊ ZÊDE DIBE’    Onaran bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Abdulah Îçlî yê Girtîgeha Tîpa T a Umraniyeyê tê ragirtin û got her ku diçe rewşa Îçlî giran dibe û rîska mirinê zêde dibe. Onaran xwest Îçlî gavek berê gavekê bê berdan.    ENQERE    Endamên Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî li Enqereyê çalakiya xwe ya heftane ku balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 244’emîn de li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê li dar xist û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Erol Zavar û xwestin cezayê wî bê taloqkirin. Endama Desteya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nuray Çevîrmen daxuyanî xwend û bi berfirehî bal kişand ser erwşa Erol Zavar û xwest cezayê wî bê taloqkirin û ji bo tedawiyê demildest bê berdan.