Polîsan dayikan bi erdê re kaş kir û 6 kes binçav kirin 2019-05-04 15:14:35 STENBOL – Polîsan li ber Girtîgeha Bakirkoyê mudaxeleyî malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne kir. Polîsan dayikên girtiyan jî di nav de 6 kesan bi erdê re kaş kir û binçav kirin.  Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne xwestin li ber Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê çalakiya nobetê dewam bikin. Polîsan carek din malbatan asteng kir. Parlamenterên HDP’ê Dilşat Canbaz Kaya, Alî Kenanoglu û Tuma Çelîk jî destek dan malbatan.    POLÎS JI WEKÎL RE GOT: EZ BI SER TE RE ME    Malbat li ser rêya E-5 li hev kom bûn û xwestin ber bi Girtîgeha Bakirkoyê ve bimeşin. Polîsan malbatan dorpêç kir û destûr nedan çalakiyê. Polîsan ji malbatan re got: “Îro ne roja hevdîtinê ye, çi karê we li vir heye.” Parlamenter Dilşat Canbaz Kaya jî got: “Dibe ku îro hevdîtin tune be. Em ê bieşin. Kes nikare çûyîna me ya ber girtîgehê asteng bike. Parlamenter Tuma Çelîk jî got: “Tu ewilî bi yên ji te bilindtirin re hînî axaftina xweşik bibe.”    Midurê polîsan jî got: “Ez li vir bi ser te re me.”   Tevî hemû hevdîtinên parlamenteran jî polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir. Polîsan parêzer Murat Aksak Meltem Ozel û dayikên girtiyan SîmamperîAkyildiz, Hurî Turgut, Behiye Dag, Necîbe Baran bi erdê re kaş kir û binçav kirin. Yên hatin binçavkirin birin Karakola Polîsan Kartaltepeyê.    Dayikên li qadê man jî bi dirûşm û lîlandinê pêkanîna polîsan şermezar kirin.    POLÎSAN RAWESTGEH JÎ DORPÊÇ KIR   Malbat vegeriyan rawestgeha otobusan. Polîsan li vir jî malbatan dorpêç kir û xwest li wir nesekinin. Malbat ji vir veqetiyan û derbasî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Fatîhê bûn.