Dayikên girtiyan bi meşê dorpêça polîsan şikandin 2019-05-04 13:19:37   AMED - Malbat û xizmên girtiyan ên xwestin bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê li Parka Koşuyolu daxuyaniyê bidin û polisan ew dorpêç kirin, bi meşê barîkata polîsan şikandin û ber bi avahiya HDP'ê ya Amedê ve meşiyan.    Malbat û xizmên girtiyan ên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, bi armanca balê bikişînin ser tecrîdê û çalakiya greva birçîbûnê xwestin li Parka Koşuyolu ya Navçeya Rezan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Dema dayik li parkê kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin, polîsan park dorpêç kir û destûr nedan ku dayik daxuyaniyê bidin. Xizm û malbatên girtiyan li ser astengiya polîsan dorpêça polîsan kişandin û meşiyan avahiya HDP'ê ya Amedê. Li gel malbat û dayikan parlamenterê HDP'ê yên Amedê Remziye Tosun û Musa Farisogullari jî dimeşe. Meşa malbat û dayikên girtiyan didome.