Berî 27'ê Mijdarê nepeniya Zarrab 2017-11-15 10:40:01 ENQERE - Reza Zarrab dê di 27'ê Mijdarê de li DYA'yê di rûniştina juriyê de derkeve pêşberî dadger, lê nepeniya di vê der barê de dewam dike. Her çendî agahiyên der barê tehliyeya Zarrab de derew bên dîtin jî parêzer 4 roj in xwe nagihînin Zarrab û tu agahiyan jê nagirin. Di qeydên malpera înterneyê ya fermî ya Buroya Girtîgeha Federal a girêdayî Wezareta Edaletê ya DYA'yê de, agahiyên der barê tehliyeya Reza Zarrab ê hejmara qeydê ya "09135-104" derewand û aşkera kir ku agahiyên wekî ev mehkûm di 8'ê Mijdara 2017'an de hatiye tehliyekirin ne rast in. Lê ji hêla din ve 27'e Mijdarê nêz dibe, nepeniya der barê Zarrab de dewam dike.   Berdevkê Serdozgerê Herêma Federal a Başûr ê New Yorkê aşkera kir ku "Zarrab hêj di bin çavan de ye." Parêzera Zarrab Şeyda Yildirim ji Razî Canîkligîl ê Hurryetê re axivî û ev tişt got: "Agaiyên serbest berdanê ne rastin. Dibe ku giritbin beşeke cuda. 5 roj in agahiyê nadin me jî em tu agahiyan nastînin."   Her wiha çavkaniyên nêzê hikumetê, diyar dikin ku dosyaya Zarrab Erdogan hedef digire û bi ser vê dozê re rêveberiya AKP'ê bi sûcdariyên wekî "Alîkariya terorê kirine û ji ber vê dê li Laheyê bên darizandin" re rû bi rû ne. Yek jî nivîskarê AKP'ê Cem Kuçuk got ku "Darizandina Zarrab operasyoneke li dijî Tirkiyeyê ye û raste rast Erdogan hedef digire." Kuçuk di serî de bangî muxalefetê, hemû aliyan kir ku Erdogan biparêzin.