Rewşa nivîskar Turk û girtiyên din nebaş bûye 2019-05-04 11:43:34 ÎZMÎR – Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya nivîskar Murat Turk û Abdulvahap Şiyar Aydemîr û Vahdettîn Yalçiner ên di greva birçîbûnê de ne giran bûye.    Li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê ya Îzmîrê hat ragihandin ku rewşa tenduristiya nivîskarê pirtûka “Dema dendûrşka” Murat Turk, Abdulvahap Şiyar Aydemîr û Vahettîn Yalçiner ên di greva birçîbûnê de ne giran bûye.    Bavê Şiyar Aydemîr ê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye Ahmet Aydemîr duh bi kurê xwe re hevdîtin kiriye û zextên li ser girtiyên di grev birçîbûnê de ne zêde bûne û vîtamînan bi awayek têr nadin wan.    Dayka Aydemîr, Yildiz Aydemîr jî got rewşa Murat Turk û Vahdettîn Yalçiner ên di qawîşa kurê wê de cih digirin nebaş bûye û her tim ji pozê Murat Turk xwîn tê. Dayik Aydemîr got girtî gellek zeîf bûne û nexweşînên zêde li wan peyda bûne.