Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re 704 care tê astengkirin 2017-11-15 10:39:13 STENBOL – Daxwaza hevdîtina parêzerên a bi Ocalan re cara 704’emîn hat redkirin.  Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal, Mazlum Dînç û Cengîz Yureklî duh bi boneya hevdîtina bi muwekîlên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê bersiv da serlêdanê û daxwaza hevdîtinê red kir.    Hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve 704 car bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” tê astengkirin.