Hayme ku li girtîgehê refeqatvaniya çalakgerên gerva birçîbûnê dikir: Li ber çavên me dihelin 2019-05-04 09:30:24 AMED – Şenay Hayme ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê refeqatvaniya girtiyên jin dikir, diyar kir ku tenduristiya girtiyan nebaş e û got: "Girtiyên di greva birçîbûnê de li ber çavê me dihelin."    Şenay Hayme (23) ku di meha Çileyê de li Rezan a Amedê di avêtina ser malê de hat binçavkirin û paşê hat girtin, di 24'ê Nîsanê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat berdan. Hayme ku li girtîgehê refeqatvaniya girtiyên di greva birçîbûnê de ne dikir, bal kişand ser rewşa girtiyan.    Hayme, anî ziman ku li girtîgehê ew yek ji refeqatvanên rojnamevan Kîbriye Evren, Hîlal Olmez û Evîn Kaya bû. Hayme, bilêv kir ku Olmez û Kaya her diçe dihelin û got: "Beriya bêm berdan rewşa wan xirab bû. Ji zûv de asta krîtîk derbas kiribûn. Kesên di 16'ê Kanûnê de ketine greva birçîbûnê, êdî nikarin xweşikî bimeşin. Nikarin biçin cihê hevdîtinê. Em diketin milê wan û me ew dibirin cihê hevdîtinê. Di rojên dawî de çavê wan jî baş nedidît."    ‘ME ROJNAMEV DIXWEND'    Hayme, diyar kir ku li girtîgehê her sibeh saet di 7.30'yî de radibûn û li gorî defetên li qawîşê wan vîtamîn didan girtiyên di greva birçîbûnê de. Hayme, got: "Me serê sibehê dewrê sar, êvarî ji yê germ dida wan. me çay dida wan, çîqolata diheland û dia. Karbonat dida. Me amûrên wan pir baş dişûşt. Di meha Adarê de girtiyên di greva birçîbûnê de xistin qawîşekê. Carinan rojname dihat û me rojname ji wan re dixwend. Me rojev radigand. Wexta nûçe dihatin xwendin kêfxweş dibûn."    Hayme, diyar kir ku fiyetên amûrên li kantîna girtîgehê pir biha bûn û got: "Wexta malbatê pere ji me re dişand me vîtamîn dikirîn. Lê têr nedikir. Vîtamînên li kantînê pir biha bûn."    'EM Ê BI SER BIKEVIN'    Hayme, bi bîr xist ku carinan dengê çalakiyên dengderxistinê yên li derve dihatin wan û got: "Me jî di camênq awîşê de li çepikan dixist û tilîlî dikişand. Ev çalakî ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de dibû moral. Hevalên me yên di greva birçîbûnê de moralê me xurt dikirin. Me sohbet dikir û ji me re digotin: 'Em ê dewam bikin. Em ê bi ser bikevin. Dibe bedêlên giran bên dayîn, em ê bidin. Lê em ê bi ser biekvin. Em bawer dikin. Em nêzî azadiyê ne, teqez em ê bi ser bikevin."