Bi berhevkirina kaxezan debara xwe dike 2019-05-04 09:26:50 XARPÊT - Li Xarpêtê, Elvan Ozlem ku dev ji hevjşnê xwe yê tahde lê dikir berda, ji bo debara xwe û 3 zarokên xwe xwe bike kaxezan ber hev dike.    Li Xarpêtê, Elvan Ozlem (35) ji bo debara xwe û 3 zarokên xwe bike kaxezan berhev dike. Ozlem, diyar kir ku wê dev ji hevjînê xwe yê tim tahde lê dikir berdaye û niha ji bo debara xwe û zarokên xwe bike vî karî dike. Ozlem, da zanîn ku hevjînê wê lingekî wê seqet kiriye û bi vî halê xwe her roj bi erebokê derdikeve derve û kaxezan berhev dike. Ozlem, diyar kir ku du hefteyan carekê kaxezên berhev dike bi 200 lîreyî difiroşe. Ozlem, got: "Bi vî lingê xwe yê seqet kaxezan berhev dikim û hewl didi zarokên min bixwînin."    Ozlem, diyar kir ku di temenekî ciwan de zewiciye û ji ber vê xiyalşikestî bûye û got: "Em ji Dîlokê hatin Xarpêtê. Min li vir jî dest bi berhevkirina kaxezan kir." Ozlem, anî ziman ku hevjînê wê yê berê tahde lê dikir, ji bo vê wê serî li gelek deveran daye lê belê tu tişt bi dest nexistiye û got: "Niha stuyê min fitqî bûye û lingek min jî seqet e. Li mala xwişka xwe, ez û her sê zarokên xwe li ser qoltixekê dimînin."