Ji bo piştgiriya kurê xwe ket grevê 2019-05-04 09:26:11 EDENE – Sabriye Bahadir ku kurê wê Ahmetcan Bahadir 65 roj in di greva birçîbûnêd e ye, ji bo destekê bide kurê xwe dest bi greva birçîbûnê kir.    Li Girtîgeha Jimare 3 a Tîpa T a Tarsûsê yek ji girtiyên li dijî tecrîdkirina rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, Ahmetcan Bahadir e. Bahadir, 65 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Sabriye Bahadir jî ji bo destekê bide kurê xwe ji 26'ê Nîsanê ve li mala xwe di greva birçîbûnê de ye.    Bahadir, bilêv kir ku her diçe rewşa girtiyan xirabtir dibe. Bahadir, destnîşan kir ku li dijî bêdengiyê ketiye grevê û got: "Hevjînê min û zarokên min jî nizanin di greva birçîbûnê de me. Tenêt tiştên avî vedixwim. Xwarinê naxwazim. Kurê min li wir birçî ye."    Dayik Bahadir, destnîşan kir ku daxwaza girtiyan daxwazeke mafdar û rewa ye û got: "Hêvîdar im berî dilê dê û bavan bişewite dengê me bê bihîstin. Loma min dest bi greva birçîbûnê kir."    ‘DESTÊ XWE DEYNIN SER WIJDANÊ XWE'    Bahadir, bang li her kesî kir û got: "Destê xwe deynin ser wijdanê xwe û destekê bidin. Bila tecrîd bi dawî bibe û zarokên me bijîn. Bila ji girtîgehan darbest dernekevin."