Çalakgerê rojiya mirinê Ozagar: Wijdanê me çalakî daye pêş me 2019-05-04 09:24:51 WAN - Vedat Ozagar ê li dijî tecrîda li Îmraliyê di rojiya mirinê de ye, bal kişand ser sedema greva birçîbûnê û got: "Eger wijdanê mirov, ji mirov re bêje 'temam' nexwe gihaştiye aramiyê û di rêyeke rast de ye. Îro ro wijdanê me fidakariyê dide ber me. Ji ber vê em di vê çalakiyê de ne."    Ji 15 girtiyên ku di 30'yê Nîsanê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê yek jê Vedat Ozagar ê li Girtîgeha Wanê ye. Ozagar, nameyek şand û bal kişand ser sedema destpêkirina rojiya mirinê.    Ozagar ê 26 salî li gundê Tirmaşîn ê Dîgor a Qersê hatiye dinê. Ji 17'ê Îlona 2015'an ve girtiye.    Ozagar, di nameya xwe de got: "Piştî du mehên greva birçîbûnê ketim rojiya mirinê. Mirov, heyîneke ku hestên cuda lê peyda dibin û bi van hestan dijî. Wijdan jî hesêbgêriya van hestan a heqaniyetê dike. Eger wijdanê mirov, ji mirov re bêje 'temam' nexwe gihaştiye aramiyê û di rêyeke rast de ye. Îro ro wijdanê me fidakariyê dide ber me. Ji ber vê em di vê çalakiyê de ne. Ji ber em di çalakiyê de ne em kêfxweş in."    Ozagar, destnîşan kir ku tecrîd sûceke hov, bêehlaq û bêrûmet e û loma ew dixwazin bi dawî bibe. Ozagar, got: "Di hedefa vê tecrîdê de kurd hemû hene, nirxên mirovahiyê hene. Biratî û cînartiya gelên tirk û kurd heye. Kesên mirov bin wê vê yekê fêm bikin û bixwazin bi dawî bibe. Min ev yek wekî peywirê da ber xwe û ji bo tecrîd bi dawî bibe têdikoşim. Wê bi pêkanîna daxwazên me aştî bê. Wê bi vê aştiyê bêhna Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn derkeve."    'WÊ FAŞÎZM BI BERXWEDANÊ TÊKBIŞIKÊ'    Ozagar, bal kişand ser bêdengiya civakê û dstnîşan kir ku sedema vê yekê zext û zoriyên dewletê ne. Ozagar, diyar kir ku dewlet dixwaze mirovan bitirsîne û bi vî awayî encam bigire û got: "Lê belê divê bê zanîn gelê kurd, gelekî berxwedêr e, gelekî polîtîk e. Wê vê bêdengiyê bişikîne û dest bi berxwedaneke mezin bike. Divê baş bê zanîn faşîzm ancax bi berxwedanê dikare têkbişikê. Divê ji xeynî vê kes tiştekî din nefikire."    'BÊYÎ BERXWEDANÊ SERKETIN NEPÊKAN E'    Ozagar, di dawiya nameya xwe de got: "Niha bi hezaran mirov ji bo bidawîbûna tecrîdê têdikoşin. Daxwaza hemûyan daxwaza min e. Kes naxwaze qîrîna wan bibihîse an jî xwe li nebihîstinê datîne. Ev ne tiştekî ehlaqî û wijdanî ye. Ji ber vê ketim rojiya mirinê. Divê ev bêdengî êdî bê şikandin. Armanca me ya sereke ev e. Wê niha jî berxwedan ber bi serketinê, teslîmiyet jî ber bi îxanetê ve bibe. Rojên xweş bi berxwedanê mimkun e. Bêyî berxwedanê serketin nepêkan e."