Taş ê di greva birçîbûnê de bang li dayikên tirk kir: Pêşeroj di dest te de ye 2019-05-04 09:22:03 STENBOL - Li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Tekirdagê, Îsmet Taş 120 roj in di greva birçîbûnê de ye. Taş ji dayika xwe Hazal Taş ku 26 roj in li ber Girtîgeha Gebzeyê nobetê digire re nameyek şand. Taş, di nameya xwe de bang li dayikên tirk kir û got: "Bi dayikên li Gebzeyê li ber xwe didin re bibin yek. Baş bifikire, pêşeroj di dest te de ye. Tenê, divê tu biryar bidî ku wî destî çawa û dirêjî kê bikî."    Li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Tekridagê Îsmet Taş ku ji 5'ê Çileyê ve li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye, ji dayika xwe Hazal Taş ku 26 roj in li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di nobetê de ye re nameyek şand.    ‘BERXWEDANA WE YA LI GEBZEYÊ MORALÊ ME BAŞTIR DIKE'    Taş, dayikên li ber girtîgehan li ber xwe didin silav kir û got: "Ew berxwedana we ya bêhempa wêrekî, moral û heyecanê li me peyda dike û me têr dike. Em baş hay ji mezinahiya berxwedana we hene. Berxwedana we baweriya me xurtir dike. Dewleta ceberût jî hay ji vê heye, loma bi awayekî hovane êrîş dike. Dibê belkî bi van êrîşan em dev ji berxwedana xwe berdin, lê soz û peyamn ji bo dayikên me wê roj were em ê vê zilma wan bi bîra wan bixin. Tu zivistan ne heta hetayê ye. Tava havînê nêzîk e û wê her zilimkar axirê di zilma xwe de bifetise. Wê ev jî bifetisin. Ev pir nêzîk e. Lê divê dayikên Kurdistan û Tirkiyeyê li dor berxwedana we ya li Gebzeyê bibin xelek."    ‘WE ÇIRÛSK PÊXIST'    Taş, destnîşan kir ku wê berxwedana li girtîgehan û derve bi ser bikeve û got: "Em zarokên we me bi derengî dest bi meşa azadiyê kir. Lê em baş dizanin em ê tevîw e dayikan bi ser bikevin. Leyla Guven delîla vê yekê ye. Her dayikek me ber bi Leylayê ve dimeşe. We li Gebzeyê ev çirûsk pêxist û hindik maye veguhere agir. Wê ev agir zilimkaran û zilman wan bişewitîne û bike xwelî."    ‘EW QÎRÎN PÊŞEROJA ZAROKÊN WE YE'    Taş, destnîşan kir ku dayikên kurd tişta ji destê wan tê dikin û ji bo pêşeroja zarokên xwe bedena xwe dikin sîper û li ber xwe didin. Taş, got: "Lê belê li vir tişta sereke dikeve ser milê dayikên tirk. Bibin dengê dayikên kurd ku bi jopan li wan didin. Çimkî ew deng, ew qîrîn pêşeroja zarokên we ye. Zarokên xwe nekin qurbana fantaziyên jirêderketî yên extiyarekî." Taş, di berdewamiya nameya xwe de got: "Bila pêşeroja zarokên we tarî nebe. Eger hûn naxwazin pêşeroja zarokên we tarî bibe û zarokên we nebin qurban û xwîn nerije, divê hûn bi dayikên li Gebzeyê re bibin yek û bi vî awayî hûn dikarin pêşeroja zarokên xwe xelas bikin. Çimkî ev zilamê extiyar bêrehme, me zilma wî li Geziyê dît. Bêyî bêje ev kurd e, ev tirk e ciwan kuştin."    'PÊŞEROJ DI DEST TE DE YE'    Taş, diyar kir ku îktîdar bi derewa "ev dixwazin welat perçe bikin" her kesî dixapîne û got: "Bawer nekin. Ên welat perçe dikin û parsêl bi parsêl difiroşin ew bi xwe ne. Ew bi gotinê hez ji welat dikin, lê di pratîkê de jî difiroşin. Em dixwazin em, hûn û zarokên we bi hev re bi awayekî adilane û azad bijîn. Daxwaza me ev e. Hûn bawer dikin û nakin jî hûn dizanin. Ez ne siyasetmdera im û wekî din ne li benda tu berjewendiyekê me jî. Ji bo azadiya gelan, ji bo hiqûqeke wek hev bi rojan e min bedena xwe daye ber mirinê. Bawer bikin her ku jop li dayikên kurd dikevin, her ku ciwanên kurd birçî dimînin û dimirin ne tu, bêrîka zilamê extiyar û alîgirên wî tije dibe. Ez, tu, 82 milyon mirov winda dikin. Baş bifikire, pêşeroj di dest te de ye. Tenê, divê tu biryar bidî ku wî destî çawa û dirêjî kê bikî."