'Bila qedexeya li ser zozanan bi dawî bibe' 2019-05-04 09:21:20 WAN- Li Wanê her diçe çandinî û sewalkarî kêm dibe. Welatiyan xwest qedexekirina zozanan bi dawî bibe û ji ber bihabûna gubre û mazotê nerazîbûnên xwe nîşan dan.  Li Wanê, çandinî û sewalkarî çavkaniya sereke ya debarê ye, lê belê her diçe sewalkarî û çandinî kêm dibe. Ji ber qedexekirina zozanan, bihabûna gubre û mazotê êdî welatî nikarin sewalkarî û çandiniyê bikin. Sewalkar û cotkarên li Bazara Heywanan diyar kirin ku divê sewalkarî bê teşwîqkirin û xwestin qedexeya li ser zozanan bi dawî bibe.    HER SAL XWEZIL BI PAR   Sewalkar Hamza Aslan, diyar kir ku ji ber krîza aborî kes nikare tiştekî bikire û bifiroşe û got: "Ji ber krîzê her tişt biha bûye û kes nikare heywanan bikire. Par berxek bi hezar lîreyî bû, niha bi hezar û 500 lîreyî ye. Ji ber vê kes nikare heywanan bikire. Em dixwazin ev mesele bê çareserkirin. Lê her diçe em dibên her sal xwezil bi par."    'JI BER POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ'    Hîkmet Aslan jî anî ziman ku ji ber polîtîkayên dewletê çandinî û sewalkarî nemaye û got: "Nahêlin em heywanên xwe bibin zozanan. Hema bêje zozan hemû hatine qedexekirin. Her wiha em nikarin çandiniyê jî bikin. Çimkî lîtreya mazotê bûye 7 lîre. Ma wê mirov çawa çandiniyê bikin? Karê vê hikûmetê tenê perexwarin e. Pereyê welat hemû xwarin û xistin bêrîka xwe. Ji xizanan re tiştek nema."    'BI HERONAN TÊN ŞOPANDIN'    Aslan, diyar kir ku havîn hat lê belê hîn jî ew nikarin biçin zozanan û wexta diçin zozanan jî şivan û pezên wan 24 saetan bi amûrên hewayî yên bêmirv tên şopandin.    Ebûbekîr Çelîk jî bal kişand ser astengiyên dewletê û got: "Qereqol bêyî belge nahêle heywan derbas bibin. Dibêjin 'Rapora tenduristiyê ya heywanan bîne.' Piyaseya heywanan baş e, lê em nikarin li gor dilê xwe biçin her derî. Wexta rapora miya tune be ceza dibirin. Rapor tenduristiyê jî biha ye. Em dixwazin êdî qedexeya li ser zozanan bi dawî bibe."    Mehmet Aslan jî got: "Ji ber kupeyan em nikarin heywanan bikirin. Çimkî nahêlin heywanên bê kupe biçin zozanan. Dewlet nahêle du şivan jî bên cem hev, wexta tên cem hev dibên 'terorîst' in. Bi hezaran gund hatin valakirin, lê dîsa jî mirov ji tirsa nikarin biçin gundê xwe û heywanan xwedî bikin."    MA / Mujdat Can