ROJEVA 4'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-04 09:00:43 * Li Wanê her diçe çandinî û sewalkarî kêm dibe. Welatiyan xwest qedexekirina zozanan bi dawî bibe û ji ber bihabûna gubre û mazotê nerazîbûnên xwe nîşan dan.  * Li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Tekirdagê, Îsmet Taş 120 roj in di greva birçîbûnê de ye. Taş ji dayika xwe Hazal Taş ku 26 roj in li ber Girtîgeha Gebzeyê nobetê digire re nameyek şand. Taş, di nameya xwe de bang li dayikên tirk kir û got: "Bi dayikên li Gebzeyê li ber xwe didin re bibin yek. Baş bifikire, pêşeroj di dest te de ye. Tenê, divê tu biryar bidî ku wî destî çawa û dirêjî kê bikî."    * Îsmaîl Kocaman ku 109 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku ew bi ruhê 14'ê Tîrmehê li ber xwe didin û got: "Ji xeynî serketinê em li ser tiştekî din hûr nabin."    * Vedat Ozagar ku li dijî tecrîda li Îmraliyê di rojiya mirinê de ye, bal kişand ser sedema greva birçîbûnê û got: "Eger wijdanê mirov, ji mirov re bêje 'temam' nexwe gihaştiye aramiyê û di rêyeke rast de ye. Îro ro wijdanê me fidakariyê dide ber me. Ji ber vê em di vê çalakiyê de ne."    * Bi hatina meha Remzanê, berên ji bo vê mehê li ser dezgehan hatin bicihkirin. Ji van berên ku herî zêde di Remazanê de tên xwarin tihîn û dims in. Lê belê ji ber fiyetên wan bihane kes nikare bikire.    * Sabriye Bahadir ku kurê wê Ahmetcan Bahadir 65 roj in di greva birçîbûnêd e ye, ji bo destekê bide kurê xwe dest bi greva birçîbûnê kir.    * Li Xarpêtê, Elvan Ozlem ku dev ji hevjşnê xwe yê tahde lê dikir berda, ji bo debara xwe û 3 zarokên xwe xwe bike kaxezan ber hev dike.    * Yeter Çeşme Seyhan ku birayê wê Ardil Çeşme di 30'yê Nîsanê de dest bi rojiya mirinê kir, diyar kir ku berê jî birayê wê ketiye greva birçîbûnê û got: "Li kuderê berxwedan hebûna em li wir bûn, em li pişta wî bûn. Em ê niha jî li pişta wî bin."    * Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî mudaxilekirina polîsan a li çalakiyên dayikên girtiyên di greva birçîbûnê da û ji bo cihêkarî û berberîbûn zêdetir nebe, bang li îktîdarê kir ku gavina bavêje.    * Şenay Hayme ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê refeqatvaniya girtiyên jin dikir, diyar kir ku tenduristiya girtiyan nebaş e û got: "Girtiyên di greva birçîbûnê de li ber çavê me dihelin."    * Bi minasebeta salvegera 4'ê Gulana 1937'an ku biryara komkujiya Dersimê dan, dê îro li Dersimê bername û çalakî bên li dar xistin. (11.00-19.00)   * Dayikên Şemiyê û Xizmên windayan, bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û bixwazin kujer bên darizandin wê di hefteya 736'an de li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)    * Malbatên ku zarokên wan li girtîgehan di çalakiya grevê de ne, wê li ber Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê, Girtîgeha Tîpa M a Gebze û Qada Esenyurtê çalakiya nobetê berdewam bikin. (12.00-19.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê bi armanca "Bilaı winda bên dîtin û faîl bên darizandin" wê li pêş Sumerbank a Navçeya Konakê çalakiya xwe berdewam bikin. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û bixwazin nexweş bên berdan wê li Qada Galatasarayê di hefteya 371'an de çalakiya "Runiştina F" berdewam bikin. (13.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya Rojiya Mirinê wê li avahiya komeleyê bi gotina "Deng bidin jiyanê" 5 rojan nobeta jiyanê bigirin."  (16.00-19.00)