Nûçegihanê me Polat li dadgehê hat binçavkirin 2019-05-03 17:12:32   RIHA – Polîsan di têketina Dadgeha Rihayê de nûçegihanê me Bariş Polat binçavkirin.    Nûçegihanê me Bariş Polat di têketina Dadgeha Rihayê ya nokteya polîsan de hat binçavkirin. Nûçegihanê me bi hêceta li dadgehê wêne kişandiye polîsan ew binçav kir. Polat çûbû dadgehê û lêpirsîna têkildarî malbata Şenyaşar ên beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an de li Pirsûsê ji aliyê xizmên wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin dişopand.    Hat zanîn ku polîsan derbarê Polat de kar û barê binçavkirinê pêk anîne.