ÎHD li dijî tundiya polîsan serlêdana sûc dike 2019-05-03 15:46:51 AMED – Şaxa ÎHD'ê ya Amedê wê li dijî tundiya ku polîs li ser malbatên girtiyan dimeşîne, wê serlêdana sûc bike.    Malbatên ku zarokên wan li girtîgehan di çalakiya greva birçîbûnê de, duh li Parka Koşuyolu ya Rezan xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan bi dijwarî mudaxaleyî dayikan kir û gelek kes bi lêdanê binçav kirin. Şaxa ÎHD'ê ya Amedê têkildarî derbkirina dayikan û tundiya polîsan de li avahiya ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civinê de Serokê Şaxa ÎHD'ê Abdullah Zeytun, diyar kir ku malbat bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê xwestin daxuyaniyê bidin û rastî tundiya dijwar a polîsan hatin. Zeytun, anî ziman ku armanca polîsan ne mudaxalekirina dayikan e û wiha got: "Armanca polîsan parastina dayikan e. ÎHD, ji bo parastina mafan û hiqûqê wê şopdar be. Me xwest tecrîd bi dawî bibe. Divê Wezareta Dadê fam bike. Divê hurmetê nîşanî daxwaza dayikan bide. Qerîna dayikan ji bo aştiyê ye."    Zeytun, anî ziman ku daxuyanî ne sûc e û li ser serlêdana malbat û dayikên aştiyê we dê der barê tundiya polîsan de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc bikin.    Dayika Azîz Tufan ê ji 1'e Adarê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di grevê de ye, Aysel Tufan (48) xwest demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe û wiha got: "Heta tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ranebe, tecrîda li ser gelê Kurd bi dawî nabe. Heta ku daxwazên zarokên me pêk neyê em qadan vala nakin. Xew ji bo me tune. Duh we êrîş kirin û em li pey xwe haş kirin. Em îro dîsa li ser piyan in. Em dayikin natirsin. Em aştiyê dixwazin. Bila Serokomar û Wezîrê Dadê bêje ev dayik li vir çi dixwazin.    Dayika Mehmet Veysel Ateş ê li Girtîgeha tîpa T a Amedê girtî ye Aysel Ateş jî anî ziman ku em dixwazin deng bidin dengê zarokên xwe û wiha got: "Ji bo em bi hezaran ciwanên di grevê de bidin jiyandin em ji mirinê re amade ne. Tu barîkat û TOMA nikarin xwe li ber têkoşina dayikan rawestîne. Em dixwazin daxwazên me li ber çavan bigirin. Çima çarikên sipî we ditirsîne."