Polîsan li Bakirkoyê li malbatên girtiyan dan 2019-05-03 15:01:27 STENBOL - Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne xwestin li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Polîsan bi gaza îsotê û guleyên plastîk mudaxeleyî malbatan kir. Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê girtîne ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne xwestin li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Polîsan bi gaza îsotê û guleyên plastîk êrîşî malbatan kirin. Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit û Sedat Şenoglu, Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Meral Daniş Beşdaş û gelek parêzeran jî piştgirî dan malbatan.    Polîsên ku girseya gihaşt ber girtîgehê sekinandin, diyar kirin ku ew destûrê nadin çalakiyê. Hevdîtin pêk hatin û nîqaş kirin.    Polîsan pişt re bi gaza îsotê û bi guleyên plastîk mudaxeleyî malbatan kir. Di mudaxeleyê de polîsan li dayikan da û xwestin qîrîna dayikan bêdeng bikin. Parêzer Ahmet Balkay û du dayikên girtiyan hatin binçavkirin.