ÎHD: Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: 142 rojnameger girtî ne 2019-05-03 13:47:02 STENBOL – Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê Cîhanê kartên piştevaniyê şandin girtîgehan. ÎHD'ê diyar kir ku heta îro 142 rojnameger girtî ne.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ji rojnamegerên girtî re li Şaxa Taksimê ya Stenbolê kart û name şandin. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku hêj rojname, televizyon, radyo û malperên înternetan girtî ne û wiha got: "Bi vê yekê mafê gelan ê stendina agahiyan tê îhlalkirin. Li gorî daneyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 157'an de cih digire. Li gorî daneyên Sendikaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) 142 rojnameger girtî ne.    ‘HEZAR Û 973 SAL Û 6 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ'   Yolerî, anî ziman ku li gorî rapora Çavdêriya Medya ya BİA bi hinceta heqaret li serokomar kirine der barê 163 rojnamegeran de bi giştî 10 cerana cezayê muebeta giran û hezar û 973 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnamegeran birîne. dozên der barê Hasan Cemal, Fatih Portakal, Alîcan Uludag, Berivan Bila, Nurcan Gokdemîr, Denîz Varli, Levent Gultekin de hatine vekirin hêj berdewam dikin. 16 rojnameger bune bersûc û şikdarên Erdogan."