ÎRA: Îro 3’yê Gulanê ye lê em li Tirkiyeyê rewşek berevajî dijîn 2019-05-03 13:41:53   AMED – ÎRA diyar kir ku di Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de li Tirkiyeyê berevajî vê demek diqewime û 162 rojnamger girtî ne.    Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA)  bi boneya Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê rapora mehan eşkere kir. Di raporê de hat gotin îro Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê ye lê li Tirkiyeyê rewşek berevajî vê diqewime û wiha hat gotin: “Em di endeksa çapameniya cîhanê û azadiya îfadeyê de ji 180 welatan, em li welatek ku di rêza 157’emîn de cih digire rojnamegeriyê dikin. Niha 162 rojnameger girtî ne û hin kesan ceza xwariye. Her roj em bi nûçeyek binçavkirin û girtinê ya hevpîşeyê xwe ji xewê şiyar dibin. Azadiya çapemeniyê û îfadeyê ji holê rabûye. Medya di yek destekî de hatiye komkirin. Rojname, radyo û televîzyon tên girtin. Hevpîşeyên me bêkar dimînin. Xwediyên medyayan tên guhertin. Sansûr û otosansûr serdest e. Mixabin ev medya qurbanî hêza dewletê tê kirin. Îktîdara Erdogan a ku ji vê tabloyê berpirsiyare ji bo berjewendiyên xwe bi dîpolomasiya navnetewî re têkiliyan li pêş dixe. Ji ber vê rewşê jî dewlet ya destekê didin Tirkiyeyê û yan jî bêdengiyê tercîh dikin. Li gel van hemû neyiniyan baweriya me ya ji çapemeniya azad tam e. Em carek din wek çapemeniya azad piştevaniya xwe ya ji bo rojnamegeran diyar dikin. Em bi vî ruh û ferasetê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê li hemû xebatkarên medyayê pîroz dikin.”    DANEYÊN BINPÊKIRINA 4  MEHAN    ÎRA di rapora xwe de diyar kir ku di mehên çile, sibat, adar û nîsanê de 162 rojnameger girtîbûn, 15 rojnameger hatine binçavkirin, 8 rojnameger hatine girtin, derbarê 2 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin, derbarê 7 rojnamegeran de doz hat vekirin, 219 rojnamege hatin darizandin, li 26 rojnamegeran cezayê pere û hepsê hat birîn, 15 rojnameger hatin tahliyekirin û rojnamegerek jî hatiye dersînorkirin.