Dîmenên ku polîs di komkujiya Enqereyê de pêl perçeyên mirovan dikin derket 2017-11-15 09:36:05 ENQERE - Di dîmenên MOBESE'yê nû yên der barê komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de, tê dîtin ku wesayîta zirxî perçeyên aîdî bedena mirovan dieciqîne û ambulansên ewil bêyî ku mudaxileyî birîndaran bikin diçin û polîs gaza îsotan bi kar tînin.  Dîmenên nû yên der barê Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê ku DAIŞ'ê pêk anî bû û 102 kes jiyana xwe ji dest dabûn de derketin holê. Di dîmenên MOBESE'yê yên Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihand wan de TOMA'yek ji hêla Sihhiyeyê saet li dor 10.17'an tê qadê û tam di wê kêliyê de saet li dor 10.18'an de polîs bi gaza îsotan êrîşî kesên ku alîkariya birîndar dikin dike.    Saet li dor 10.24'an tê dîtin ku gelek perçeyên mirovan li derdorê belav bûne. Di heman demê de ji hêla Parka Gençlîkê ve jî 2 TOMA tên. TOMA'yên tên di ser gelek delîl û perçeyên aîdî mirovan re derbas dibin û her wiha welatiyên li wir jî pêşiya TOMA'yan digirin da zêde neçe. Welatî bertek nîşanî TOMA'yan didin û wan ji qadê dûr dixin. Berî ku ambulans bên qadê TOMA tên û di heman demê de ev nahêlin wesayîtên din jî têkevin qadê.    AMBULANSÊN EWIL VEDIGERIN    TOMA'ya ewil saet di 10.17'an de û ya duyemîn jî saet di 10.24'an de dikeve qadê û du ambulansên ewil jî saet di 10.16'an de tên qadê. Lê belê herdu ambulansên tên bêyî ku mudaxileyê bikin vedigerin. Dema vedigerin welatî bertek nîşanî ambulansan didin. Ambulansa ku mudaxileyî birîndaran dike jî saet di 10.18'an de tê qadê. Berê derketibû holê ku mudaxileya bandorker piştî bûyerê bi 45 deqîqeyan şûnde tê kirin.    WESAYÎTA ZIRXÎ PÊL PERÇEYÊN AÎDÎ MIROVAN DIKE    Di dîmenan de saet li dor 10.27'anji hêla Yenîmahalleyê ambulansek û 2 wesayîtên zirxî tên qada ku komkujî lê pêk hatiye. Ambulansa li pêş wesayîtên zirxî ji bo pêl cenazeyan neke disekine. Lê belê li gel hemû mudaxileya welatiyên li qadê jî, her du wesayîtên zirxî di kêleka ambulansa sekinandî re derbas dibin û pêl perçeyên aîdî mirovan ên li derdorê dikin.    Di dema derbasbûyîna wesayîtên zirxî de tê dîtin ku welatî alîkariya birîndaran dikin. Lê belê wesayîtên zirxî li welatiyên ku alîkariyê dikin dixin û derbas dibin. Di vê navberê de welatî bertekan nîşanî polîsan didin. Di dîmenan de plakayên wesayîtên zirxî bi awayekî zelal tên dîtin.    Ev qeyd ji destpêka bûyerê heta niha di dest dewletê de ne, lê belê dîsa jî der barê tu polîs û amîrên berpirsiyar de lêpirsîn jî nehatine vekirin.    MA / Bariş Boyraz