Li Cîlo amadekariya operasyonê leşkerî 2019-05-03 12:18:20 COLEMÊRG - Hat destnîşan kirin ku li çiyayê Cîlo ya navçeya Geverê, amadekariya operasyona leşkerî tê kirin.     Hat diyar kirin ku li herêmên Zere, Talane, Baze, Evîtûnûs û Mate yên çiyayê Cîlo ya navçeya Gever a Colemêrgê amadekariya leşkerî tê kirin. Ji bo operasyonê amadekarî berdewam dikin û ji bo cerdevanên gund jî fermana xwe amade bikin hat dayîn.    Li herêma ku operasyon pêk were, gundên di sala 90’î de hatibûn valekirin hene û di salên derbas bûyî de jî li herêmê operasyon hatibû lidarxistin û leşker demek dirêj li herêmê mabûn.