Dayika kurê wê girtî ya polîsan lêda: Ez li benda mirina kurê xwe nesekinim 2019-05-03 11:53:52 AMED – Aysel Tufan a kurê wê girtiye, duh polîsan  li Parka Koşuyolu lê dabû, diyar kir ku ew bi biryardarî çalakiyên xwe dewam bikin û got: “Ez dayika berxwedêran im. Dayik dê aştiyê bînin. Ez natirsim. Ez li benda mirina kurê xwe namînim.”    Çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya girtiyan a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Ji bo piştevaniya girtiyan her ku diçe çalakî berbelav dibin. Dayikên girtiyan ji bo balê bikişînin ser rojiya mirinê û greva birçîbûnê bi rojane li qadan e. Dayikên ku daxuyaniya wan jî tê astengkirin, her tim bi tundiya polîsan re rû bi rû dimînin.    Duh li Parka Koşuyolu ya Amedê dayikên girtiyan xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan mudaxeleyî dayikan kiribûn û tundî li wan kirin.    Di mudaxeleyê de dayika girtî Azîz Tufan ê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye Aysel Tufan (48) ji hişê xwe çûbû û wê rakiribûn nexweşxaneyê. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan û dayikên girtiyan çûn serdana Tufan.    ‘ME LI BER XWE DA, EM LI BER XWE DIDIN’   Tufan behsa tundiya polîsan kir û wiha got: “Du caran li pişta min xistin. Li milê min dan. Min kaş kirin. Me li ber xwe da. Çarikên me ji serê me kirin. Me li ber xwe da û em ê li ber xwe bidin. Heta çareserî pêk were em ê li ber xwe bidin. Ez dayika berxwedêran im. Dayik dê aştiyê bînin. Ez natirsim. Ez ê li benda mirina kurê xwe nemînim. Bila Erdogan qîrîna me bibihîze. Bila her kes dengê me bibîhîze.”    Tufan derbarê polîsan giliyê sûc kir. Li ser vê yekê çû Miduriyeta Polîsan a Amedê û îfade da.