Şivanê bi guleya leşkeran birîndar bû, jiyana xwe ji dest da 2019-05-03 09:35:17   COLEMÊRG - Li Gever, şivanê bi navê Sertîp Şen ê di encama gulebarandina ji herêma leşkerî birîndar bû de,  jiyana xwe ji des da.    Li gundê Wargenima ê navçeya Gever a Colemêrgê, şivanê 46 salî Sertîop Şen ê mihên xwe diçêrandan, di encama gulebaranadin ji herêma leşkerî de bi giranî birîndar bû. Şen ê rakirin nexweşxanê ligel hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da. Malbata Şen a agahî bîst û hat nexweşxanê, diyar kir ku gule li dilê Şen ketiye û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Şen ji bo otopsiyê sewqî Nexweşxaneya Colemêrgê kirin. Hat diyar kirin ku piştî otopsiyê cenazeyê Şen dê li gundê Wargenima bê definkirin.    Hat dest nîşan kirin ku li cihî gule li Şen ket, 2 qereqol û 2 baregehên leşkerî hene.